top of page

Baranê jiyana 2 hezar malbatên Kurdên Êzidî xistiye metirsiyê

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Şingalê, rewşa jiyana 2200 malbatên Kurdên Êzidî yên li kampa Serdeşt ya li ser çiyayê Şingalê dijin, ji ber baranê û rabûna lehiyê di metirsiyê de ye û av gihîştiye nava malan.

Malbatên ku piştî êrîşa DAIŞê li ser Şingalê, koçberî ser çiyayê Şingalê bûne û di nava kampekê bi navê Serdeşt de dijîn.

Çend roj in li Herêma Kurdistanê baraneke zêde dibare û lehî li hin navçeyan rabûye û rê û pireyan jî ziyan dîtine, lê gor pêşbîniyên Keşûhawayê jî, ev şepola baranê berdewam dibe û hişyariya dirustbûna lehiyan jî dide.

S. B

bottom of page