Li Êlihê 50 namzetên jin bo muxtariyetê ketine pêşbaziyê

March 31, 2019

Mahîr Yuksel

Di pêvajoya hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li gel şaredariyan bo muxtariyetê jî pêşbaziyeke xurt heye ku ev yek li Êlihê bi awayekî balkêş derdikeve holê. Li Êlihê 50 namzetên jin bo muxtariyetê ketine rikeberiyê ku li aliyekî kar û barên malê ve û li aliyekî jî bi hilbijartinê ve mijûl in.

Li Bakurê Kurdistanê yek ji deverên ku pêşbaziya hilbijartinê bi awayekî balkêş û rengîn didome bajarê Êlihê ye ku ji pêşbaziya hilbijartina şaredariyê zêdetir, pêşbaziya hilbijartina muxtariyetê derdikeve pêş. Di dîroka Êlihê de cara yekem e 50 jin ji bo muxtariyetê bûne namzet. Namzetên jin dibêjin êdî divê di rêveberiyên Êlihê de jin jî xwedî rol bin û ji bo vê yeke jî di nava kuçeyên Êlihê de digerin û dengên dengdêran dixwazin.

Namzeta Muxtariyetê ya taxa Bahçelîevler Elmas Yilmaz ji K24ê re got: "Eger ez bi ser bikevim tişta ji destê min bê ez ê ji bo pêşeroja gêncan bikim. Ez ê piştgiriya gêncan bikim."

Namzeta  Muxtariyetê ya taxa Meydan Ayşe Tûran dibêje: "Jin dixwazin eywaneka werzîşê hebe ku jin werzîşê bikin. Eger ez werin hilbijartin ez ê ji bo jinan cihên werzîşê vekim."

Namzetên jin ên muxtariyetên taxên Êlihê li aliyekî xebatên hilbijartinê didomînin û li aliyekê jî bi kar û barên malê ve jî mijûl dibin û amaje dikin ku jin çawa xwedî li mala xwe derdikevin dê wisa xwedî li taxên xwe û bajarên xwe jî derbikevin.

Namzeta Muxtariyetê ya taxa Kardelen Tûba Dînç soz dide: "Eger ez werim hilbijartin ez ê guhdariya pirgirêkan yek bi yek bikim. Ez ê ji bo her kesî bibim çare."

Namzeta Muxtariyetê ya taxa kardelen Raîfe Beyaz tekez dike: "Ez dizanim li kîjan malê nexweşên me hene, ez dizanim li kîjan malê sêwiyên me hene, rewşa xwendekarên me ez dizanim. Înşallah piştî hilbijartinê ez ê yek bi yek bigihîjim wan."

Li Êlihê ji bo 47 taxan 50 jinan bo muxtariyetê xwe wek namzet destnîşan kirine û heta niha li Êlihê muxtarên jin nehatine hilbijartin. Namzetên jin dibêjin ew ji meran bêhtir dizanin li kîhan malê kîjan pirsgirêk hene û pêdiviyên taxan ên sereke çine, ji ber vê yeke jin ji bo muxtariyetê guncavtir in.

 

Please reload