Pêşbînî dihê kirin li destpêka heftî ya dahatî, bi hêztirîn baran bibare û lehî yên mezin rabin
Di wê daxuyanîyê de ku bo rêveberî ya parêzgehê hatîye şandin, hoşdarîyê dide: bi eger a baran barîn a bi gûrr li roj ên 30-31 evê mehê, ku dibe roj a Şembî û Yekşembî ya heftî ya dahatî, ast ê avê li Zê ya Biçûk bilind dibe û bi egera wê yekê jî lehî yên mezin dê rabin.
Herweha amaje biwê yekê jî hatîye kirin; pirranî ya wê lehîyê li sinûr ê Pirê û Dubizê dibe, heya geihiştin a wê Zêyê bi rûbar ê dicle li qeza Bêcî.
Di pişkek a dî ya daxuyanîyê de hatîye: Bi eger a pirrbûn a sikr a Dûkan û hilrijan a darijan a avê ji wê sikeê, pêşbînî dihê kirin, bi dirêjahî ya meh a nîsanê lehî berdewam bibe bi dirêjahî ya meh a Nîsanê. Lew daxwaz ji rêveberînî ya wan qeza û nahyeyan dikîn, hevwelatîyan haydar bikin ji metirsîyan û destbicih hewvwelatî lêvar ên Zê bihêlin û çol bikin.
K24