top of page

Kongirês li dijî Turkîya dilive

Li gor piroje yayayê daxwa hatîye kirin; firotan a firoke yên cengî ji cor a F35 bi Turkîyayê bihê ragirtin.

Herweha daxwaz hatîye kirin, heya Turkîya poşman nebe ji krîn a sîstem a bervanî ya mûşekî ya Rûsyayî, ew Firokeyan nefiroşin Turkîayê.

Sînator ê Dîmukratan, Cîn Şahîn, ragehand: Eger Rûsya bi rê ya Turkîyayê ve nihênî ya firoke ya F35 bidestkeve, wê çaxê metirsî dê hebe li ser asyîş a Emerîkayê û cîhanê.

F35 bi gewher a pîşesazî ya teknelocî serbazî û hêz a Emerîkayî dihê nasîn. Turkîya û 7 welat ên din pişikdarin di piroje ya berhemhînan a nivş a pêncem ji firoke yên F35.Ew piroje mezintirîn lêxerckirin heye û bihayê her firokeyekê yek tirilyon Dolare.

Enqereyê daxwaz a 30 firoke yên F35 kirîye, lê kongiris rêgirîyê dike ji dan a wan firokeyan bi Turkîyayê.

Rûsya û Turkîyayê li Îlon a 2017yê gehiştine rêkkevtinekê ku Rûsya sîstem a bervanî ya mûşekî ya S400 bifroşe Turkîyayê.

Emerîkayê pêkol kirîye, Turkîyayê razî bike ku batî S400 mûşek ên Patiryot a Emerîkayî bikirre.

Emerîkayê tirs a wê yekî heye sîstem a radar a Rûsyayî, bişê firoke yên tarmayî yên Emerîkayê aşkera bike , eger di yek dem de supa yê Turkîyayê sîstem a berevanî ya S400 a Rûsyayî û firoke yên F35 a Emerîkayî hebe.

K24

bottom of page