50 rojin Êzdî li bend a dîyarkirin a mîrek ê nû ne
Nêzîkî dû mehan dibuhirin li ser wexer a mîr ê Êzdîyan, Mîr Tehsîn Beg, heya niha Kurd ên Êzdî bê mîr mane û cêgir ê Mîr Tehsîn nehatîye hilbijartin.
Kurd ên Êzdî, daxwaz ji malbat a Tehsîn Beg dikin; lezê bikin li danan a mîr ê nû.
Birîkar ê mîr Hazim Beg jî xuya dike ku di nav binemalê de hijmarek kes berbijêrin daku bibin mîr.
Roj a 28/ Kanûn a Dûyê ya buhrî, Mîr Tehsîn Beg, mîr ê Êzdîyan li jîyê 86 salîyê û piştî 70 salan ji mîrînîyê li nexweşxaneyek a Elmanya wexer a dawîyê kir.
K24