Iraqê daxwaz ji hêzên PKKê yên li Şingalê kir: Yan teslîm bibin yan jî derkevin!

Hat zanîn ku artêşa Iraqê hişyariyek tund daye hêzên PKKê yên li devera Şingalê û ji wan re gotiye, yan teslîm bibin yan jî ewê bi darê zorê bên derxistin!

Li gorî raporteka televîzyona K24, artêşa Iraqê di çend rojên borî de ji hêzên PKKê yên li Şingalê re, ku wek “Yekîneyên Berxwedana Şingalê – YBŞ” tên naskirin, re gotiye, divê ji Şingalê derkevin.

Li gorî agahiyan, sererkanê artêşa Iraqê jî çûye Şingalê û ji hêzên PKKê re gotiye, yan teslîm bibin yan jî artêşa Iraqê dê wan bi darê zorê ji Şingalê derxînin.

Tê gotin ku sererkanê artêşa Iraqê ji YBŞê re pêşniyara wê yekê jî kiriye ku tevlî artêşa Iraqê bibin.

Çend roj berê li Şingalê di navbera hêzên PKKê û artêşa Iraqê de şer derketibû. Piştî wê yekê artêşa Iraqê hêzên PKKê li Şingalê hişyar kiribû ku ji Şingalê derkevin.

BasNews