Hejmara qurbanên lehiya li Îranê geheşt 26 kesan!
BasNews – Berpirsê rêxistina beşa hewarçûnê yê Îranê Murteza Selîmî, ji çapemeniyê re ragehand, hejmara qurbanên lehiya li gelek navçeyên Îranê li xwe girtiye, geheştiye 26 kesan.
Murteza Selîmî aşkera kir, di encama şepola barîna baranê û rabûna lehiyê ya li gelek navçe û bajarên cuda yên Îranê, ku karesatekî mirovî pêkhat li Şîrazê û bû sedema mirina 19 kesan, herwaha li parêzgeha Kirmaşanê jî kesek, li LoristaŞerîf nê yek kes, li parêzgeha Kuhkîluye û Bûyerehmer jî kesek û li bajarê Gimîşyan a ser bi parêzgeha Gulistan a bakûrê Îranê jî du kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor zanyariyên ku hatin belav kirin, lehiyê piraniya bajarê Gimîşyan dagirkiriye û hemû rûniştvanên wê hatine derxistin û şeva borî botekî ku 25 kes têde bûne binav bûye, lê ji wan 25 kesan 23 kes hatine rizgar kirin.