Baregeha Barzanî: Pêşmerge planên qirêj ên Ebadî binax kirin..Aliyên ku rêkeftin bi wî re kirin xayî

Baregeha Serok Mesûd Barzanî bersiva gotinên Heyder Ebadî yên di bernameyeke televîzyina Dicle TVyê kirine de da û ragihand: “Aêiyên ku Ebadî wan bi tundrew wesif dike, aliyên niştîmanperwer û dilsoz in, ew aliyên rêkevtinê bi Ebadî re dikin jî xayîn û welatfiroş in.”

Baregeha Barzanî, bersiva axaftina yek ji serokên firkisyonên di nav perlemana Îraqê de Heyder Ebadî da ku li hemberî gelê Kurdistan, Pêşmerge û Kerkûkê de gotinên ne bicih kiribûn.

Daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Serok Barzanî ve hatiye belavkirin bi vî awayî ye: “Yek ji serokên firkisyonên di nav perlemana Îraqê de Heyder Ebadî roja Şemiyê (23.03.2019) di bernameyeke Dicle TVyê de mixabin hinek gotinên ne bicih derbarê gelê Kurdistan, Pêşmerge û Kerkûkê de kirin ku mebest û armanca wan gotinan ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî têkdana seqamgeriya erênî ya piştî hilbijartinên Iraqê di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bû.

Pêkhateyên Iraqê di hilbijartinan de Ebadî û hemû aliyên ku dixwestin şerê navxwe derbixin, bi hev re jiyanê têk bidin û li hemberî gelê Kurdistanê kinder, destûra bingehîn binpê kirin û li Kerkûk û Xurmatoyê tawanê şer kirine ceza kirin. Di heman demê de gelê Kurdistanê di hilbijartinên parlamentoyê de ligel Pêşmerge hevkarî kir û berevaniya Kurdistanê kir.

Ebadî kesekî bêwefa ye li beramberê Pêşmerge û gelê Kurdistanê. Eger Pêşmerge neba kesekî wek wî dê ti caran Mûsil nedîta û serkeftina li Musilê ji bo xwe bidize û pê bi navê xwe bide.

Ji aliyê gelê Kurdistanê ve, ew aliyên ku Ebadî wan bi tundrew wesif dike, aliyên niştîmanperwer û dilsoz in, ew kes û aliyên ku rêkeftin bi Ebadî re kirin jî xayîn û welatfiroş in. Ji bo me jî nêrîn û dîtina gelê Kurdistanê girîng e. Ti girîngî û nerxê aliyên kîndar nîne.

Hêzên Pêşmerge çawa xwenên neyar û rejîmên berê xistine di nav goran de bi heman awayî xwen û planên genî yên Ebadî jî xistin di nav gore de. Ebadî ji her kesî baştir dizane Pêşmerge çi bi serê wî û planên wî anîne.

Divê hemû alî vê yekê baş bizanin ku niha rewşeke nû li Iraqê heye û nabe kesên kinder, yasayan binpê dikin kin xweperest bibin xwedî rol. Qonaxa nû qonaxa berpirsiyarî, bihêzkirina jiyana hevbeş, pêkanîna wekhevî û hevsengî û lihevkirinê ye.”

KDP.İnfo