Şandeka Herêma Kurdistanê ji bo revandiyên êzîdî diçe Rojavayê Kurdistanê

Şandeka Herêma Kurdistanê ji bo kurdên êzîdî yên ku DAIŞê ew revandibûn Sûriyê, diçe Rojavayê Kurdistanê.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî Husên Kuro ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ji destpêka operasyona rizgarkirina nahiya Baxoz li parêzgeha Dêrazor ya Sûriyê ve heta niha, zêdetirî 70 revandiyên êzîdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Husên Kuro daye zanîn, herî dawî 21 revandiyên êzîdî, yên ku li Baxozê hatibûn rizgarkirin, gihîştin nav mirovên xwe yên li Herêma Kurdistanê, bi vî rengî hejmara wan kesên ku hatine rizgarkirin, gihîşt 3 hezar û 422.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî daye xuyakirin ku bo zanîna çarenivîsa beşek ji revandiyên êzîdî li Sûriyê, şandeka Herêma Kurdistanê diçe Rojavayê Kurdistanê.

BasNews