top of page

Xelkê Mûsilê daxwaz ji Serok Barzanî dikin Musil bibe parêzgeha Kurdistanê

Hemwelatiyên bajarê Mûsilê daxwazê ji Serok Barzanî dikin Mûsil bibe parêzgeha Herêma Kurdistanê û Kurdistan hukimraniya wan bike.

Ciwanekî xelkê Mûsilê ligel komek hemwelatiyên Mûsilê di hevpeyvînekê da bi kanaleka Iraqê ra dibêje, serokkomar, serokwezîr û parêzgarê Mûsilê hemû dizin û heta aniha ti xizmetek ji hemwelatiyan ra nekiriye.

Herwiha wî ciwanî aşkere kiriye ew ji iraqîbûna xwe şerm dike û dibêje ew dixwaze cihû be û Îsraîl ji Iraqê gelekî baştir e. Ciwan di berdewamiya axaftina xwe jî da dibêje ew dixwazin Mûsil bibe parêzgeheke Herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî bibe rêberê wan. Ciwanê Mûsilê dibêhe xizmetguzarî li bajarên Kurdistanê hene lê mixabin li Mûsilê heta aniha ti xizmetguzariyêk jî tuneye.

Piştî noqbûna kelekekê li Mûsilê Serok Barzanî peyama hevxemiyê arasteyî xelkê Mûsilê kir. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî alîkarîya mirovî ji û ambulans şandin Mûsilê û 3 rojan şîn ragihand û hemû ahengên Newrozê betal kir.

Xelkê Mûsilê di torên medyaya civakî da bi giringî behsa peyama Serok Mesûd Barzanî dikin û spasiyên xwe bo Serok Barzanî tînin ziman.

Di roja 21-3-2019an de ji ber noqbûna kelekekê li Çemê Dicleyê zêdetir ji 120 kes miribûn û nêzîkî 70 kes jî di nava çem da wenda bûn.

BasNews

bottom of page