Xanî, rê û zeviyên Rojavayê Kurdistanê di bin lehiyê de mane
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, ji ber barîna baranê asta çemê bajarokê Dêrikê bilind bû û lehî dervasî nava xanî û dikanên li aliyê wî çemî û gelek ziviyên derdora Dêrikê jî di bin lehiyê de man.
Ji ber rabûna lehiyê jî û metirsiya rabûna asta avê û hilweşîna bendava Borzê a li nêzîkî Dêrikê, gundê Borzê hate valakirin.
Diyar kir, li gundê Îlah Qos a devera Aliyan jî ji ber baran û lehiyê xaniyek hilweşiya û tenê ziyanên canî bûn.
Herwiha da zanîn jî, ji ber rabûna lehiyê hin pireyên li ser riyan ziyanên mezin dîtine û tîmên çakirina pireyan hewla çakirina wan didin.
Peyamnêrê me da zanîn, lehî li gund û bajarokê wek Girkê Legê, Çilaxa, Tirbesibiyê jî bilind bûye û piraniya rê û kolanên wê herêmê di bin lehiyê de mane û av dervasî nava gelek xaniyê welatiyan bûye.
Li gor pêşbîniyên keşûhewayê jî, tê pêşbînîkirin li Rojavayê Kurdistanê şepola baranê heta çend rojên din jî berdewam be û lehî rabe.
K24
S. B