top of page

Tevgera DAIŞê roj bi roj li sînorê Kerkûkê zêdetir dibe

Parlementerê berê yê Iraqê Emîre Zengene aşkere dike roj bi roj tevgera DAIŞê li sînorê Kerkûkê ber bi zêdebûnê daye.

Emîre Zengene ji BasNewsê ra aşkere kir DAIŞ roj bi roj li sînorê Kerkûkê xwe bihêz dike û malên DAIŞê li nava bajarê Kerkûkê jî hene. Zengene amaje bi wê yekê jî kir kir ku ew endamên DAIŞê yên li nava bajarê Kerkûkê ne bi terorîstên DAIŞê yên din ra di peywendiyê da ne û rewşa emnî li herêmê nebaş e. Ji ber wê çendê çekdarên terorîst yên DAIŞê êrîşî hêzên emnî dikin û bihêz bûne.

Zengene behsa bihêzbûna DAIŞê li çend navçeyên Kerkûkê kir û wiha got: “DAIŞ aniha li sînorê, Daqûq, Dûbiz û Hewîce heye. Şêniyên kurd ê li Daqûqê di bin metirsiya DAIŞê da ne. Terorîstên DAIŞê li wê herêmê gelek hemwelatî şehîd kirin û revandin. Aniha DAIŞê li wê herêmê bihêz e. Heta hemû sînorên Kerkûkê ji DAIŞê neyê paqijkirin rewşa emnî ya Kerkûkê wê di bin metirsiyê da be.”

Milîşeyên Heşdî Şabî 16ê Cotmeha 2017an di encama rêkeftinekê ligel girûbeka xiyanetkar a YNKê Kerkûk dagirkirin. Piştî vekişîna Pêşmergeyan ji Kerkûkê tevgera DAIŞê li Kerkûk û navçeyên wê zêde bûye.

BasNews

bottom of page