Mesrûr Barzanî: Ger pirsgirekên bingehîn çareser nebin, DAIŞ dikare carek din serî hilde
Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji The Guardian re nirxandinên xwe liser têkoşîna dijî rêxistina terorê DAIŞ anîn ziman.
Mesrûr Barzanî destnîşankir: “Kontrolkirina deverên di bin destê DAIŞ de, pêşîneya têkoşîna li dijî vê rêxistina terorê bû. Herweha qurbaniyên zêde di şerê dijî DAIŞ de hatin dan û niha şerê hemberî DAIŞ li Sûriye û Iraqê ber bi dawî ve diçe”.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê herweha tekezkir, ku ger pirsgîrekên siyasî û aborî neyên çareserkirin, ew dikarin bibin zemîneya serîhildana DAIŞê.
Mesrûr Barzanî got, ku DAIŞ ne hêzek çekdar a cografyayekê an eniyekê ye, rêxistinek tewanî ya alozî, tevlîhevî û neçareseriyê ye. Têkoşîna ramanî hemberî DAIŞ bi giringî biwesif kir.
Ligor Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, DAIŞ dikare taktîkên nû bikar bîn e û li başûrê Iraqê gefên metirsiyê dinav xelkê de peyda bike û bi taktîkên nû êrîşan jî bike.
K24
C.B