HSDê li Baxozê serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand

March 23, 2019

Piştî 41 rojan ji destpêkirina operasyona Baxozê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand.

 

11:25 HSDê li Baxozê nimayîşa leşkerî encam da

 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi boneya serkeftina di şerê dijî DAIŞê, li Baxozê bi sirûda Ey Reqîb çend nimayîşên leşkerî encam dan

 

10:00 Çiya Ferat: Em bidawîanîna xelafeta DAIŞê radigihînin

 

Fermandarê Bahoza Cizîrê Çiya Ferat ragihand ku paş demjimêreke din, em dê li Baxozê daxuyaniyeke çapemeniyê encam bidin û serkeftina bi ser DAIŞê û bidawîkirina xelafeta DAIŞê ji hemû cîhanê re ragihînin.

 

09:30 Mistefa Balî: Baxoz hat rizgarkirin

 

Berpirsê Ragihandinê yê HSDê Mistefa Balî li ser twitterê ragihand: “Baxoz hat rizgarkirin, serkeftina leşkerî jî li dijî DAIŞê bi dest hat. Em vê serkeftinê li xizmên şehîdan û birîndarên me pîroz dikin. Ew qehremanên ku bêyî wan ev serkeftin bi dest nediket. Piştî çend salan ji qurbaniyên mezin, mizgîniya jinavçûna bi navê dewleta xelafet didin cîhanê û em peymana xwe li ser berdewambûna li şer û jinavbirina wan çekdarên ku mane nû dikin heta ku bi temamî werin bidawîkirin.”

RÛDAW

 

Please reload