Li Rojhilatê Kurdistanê merasîmên Newrozê birêve diçin

Ev heyama çen rojan e merasîmên pêşwaziya Newrozê li bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê destpê kirine.

Welatî bi çilûbergên Kurdî û li gorî kultûra resena Kurdî, merasîmên xwe encam didin.

Xelk bi gotina sirûdan û awazên niştîmanî li derdora agir kom dibin û keyf û şahiyan lidar dixin. Herwiha genc û zarok serdana malan dikin û Newrozane werdigirin.

Li gundê Gile li navçeya Serşêwa Merîwanê rêûresma Mîr Mîrên bi rê ve çû. Mîr Mîrên rêûresmeke kevn e ku di Newrozan de bi rê ve diçe.

Di rêûresman de, awaz û sirûd tên xwendin û welatî dîlanê digerînin. Ciwan û kurik ji bo wergirtina şêrîniyên Newrozê li deriyê xelkê dan.

RÛDAW