Li Kurdistanê 20 helîkopter dê çavdêriya rewşa Newrozê bikin
Polîsên trafîka Hewlêrê planek ji 13 xalan ji bo rojên Newrozê daniye.
Berdevkê polîsê trafik yê Hewlêrê bi wekalet Nehro Hesen dibêje ku amadekariyên cîbecîkirina plana wan temam bûye, û hêvî dikin ku bêyî bûyer û bela ew roj birêve biçin.
Berdevkê polîsê tirafik yê Duhokê Azad Taha da zanîn ku li bajarê Duhokê zêdetirî hezar û 500 polîsên trafîkê di nav bajar û rêyên derveyî bajaran de wê bên belavkirin
Herwiha Berdevkê Polîsê Trafikê yê Silêmaniyê Karwan Mihemed dibêje gavên pêwîst hatine avêtin hemareke polîs û tîmên tendirustiyê dê amade başiyê de bin.
RÛDAW