"Helepçe divê di qada nawdewletî de wek jenosîd were qebûlkirin"
Civîna bîranîna Helepçê bi kurteaxaftina Celal Yıldız destpêkir. Celal Yıldız piştê axaftina xwe ji bo şehîdên Helepçê û doza azadîyê mêvanan deqeyeke dawetê rêzgirtinê kir. Du ra jî derbarê Qetliama Helepçê sînevîzyonek hat pêşkêş kirin.
Li paş sînevîzyonê Serokê Giştîyê Partîya Sosyalîst Mesut Tek derbarê jenosîda Helepçê da axaftinek kir. Tek di axaftina xwe da jenosîda Helepçê wek berdewamîya Enfalê destnîşankir û got; “Jenosîda Helepçê ji nişka ve çênebû, eksê wê hîn di sala 1980an de ji aliyê Partîya Baasê ve bi hûrgilî hatibûn plankirin.” Tek axaftina xwe da behsa berpirsîyarîya hêzên navdewletî kir û got, “Yekîtîya Sovyetê, Ewrupa, Emerîka û Yekîtîya Dewletên Îslamê tev bi hevra berpirsê jenosîda Helepçê ne.” Tek bal kişand li ser mesuletiya Hikumeta Herêma Kurdistanê û partîyan Başurê Kurdistanê û axaftina xwe domand, “Ji bo qebulkirina jenosîda Helepçê di qada navdewletî da erkeke mezin dikeve li ser milê hêzên Başurê Kurdistanê. Divê 16ê Adarê ji aliyê dinyayê ve wek roja xebata dijê çekên kimyewî were naskirin.”
Piştê axaftina Mesut Tek, namzetê Tifaqa Welatperwer yê şarederiya mezin a Diyarbekirê Sait Aydoğmuş derbarê qetlîama Helepçê da axaftineke bi zazakî kir. Aydoğmuş di axaftina xwe da jenosîda Helepçê û a Hîroşîmayê muqayese kir û bal kişand ku çawa dinya derbarê Helepçê da bêdeng ma ye. Merasîma ji bo Helepçê ji aliyê qanalên Kurd ve hat şopandin û weşandin.