Rûsya hêj bê helwêste ji pêkol ên Turkyayê
Pişkek ji hêz ên rojava ya Kurdistanê Rûsyayê ta3wanba dikin ku par sal çavdêr ên xwe yên serbavekişandin ji Efrînê. Bi vê yekê jî rê da leşker ê Turkîyayê hêriş bikin ser wî bajêrî û dagîr bike. Niha jî salek dibure bi ser dagîrkirin a Efrînê, lê hêj karbidest ên Rûsyayê li hember rewş a bajar ê Efrînê bêdengin.
Endrê Beklanov, şîretmend ê cêgirê serok ê Civat a Fedralî ya Rûsyayê, dibêje: Pêdvîye danûstan bihên kirin li ser hinek bnemayan; ji wan jî paraztin a serwerî ya ax a Suryayê bi raçavkirin û dan a maf ên gel ê Kurd, Ji bo ku hewl ên wan bo têkşikandn a Daişê bilind dihên nrxandin, lê pêdvîye ku bihê girentî kirinku di wê pişk a Suryayê de li dever a xweser; Turkîyayê maf ê destwerdanê nebe. Dive ev hemû bihên çespandin. Ez di wê bawerîyê de me ku gel ên Suryayê û Kurd piştî ku bi hezaran salane bi hev re jîyane, dikarin bi awayek zêrîn çareserî ya bi hev re jîyanê bikin.
Li ser wan tumet dixin ba Rûsyayê jî; şarezayek ê sîyasî yê Rusyayî, dibêje: Divê hêz ên sîyasî yên Kurd bizanin ka çawa sîyaset bikin.
Viladîslav Bîlov, cêgrê rêveber ê enstîto ya Ewrûpayê dibêje: Bo min ev pirs temam zelal nine. Pêgeh a Kurd û ew pişk a ku nwênerînî ya deng ê gel ê Kurd bi temamî dîyar nine. Ji bo ku di dem a burî de kurdan çend caran hevpeyamn ên xwe guhertin. Lew ez dibêjim her tişt li ser kurdan dimîne; ka ew çi pêgeh û enîyekê dê hilbjêrin û wan peywendîyan jî destnîşan dikin ku welat ên din li ast a kurdan peyrew dikin.
Herçende Turkîya û Rûsya dû alî yên tenahîder ên agirbestêne li Suryayê, lê par sal Enqereyê agirbest bin pî kir û Efrîn dagîr kir. Moskoyê jî bêdengî hilbijart. Niha Turkîya dixwaze opirasyonek a wek Efrînê li dever a rojhilat a Furatê jî encamp bide; lê he heya niha helwêst a Rusyayê li ser evê yekê ne zelale.
K24