Konferansek bo sed salî ya Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd

Li Stenbolê, ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Weşanên Avesta û bi hevkariya Koma Lêkolînên Çandên li Tirkiyê ya Zakoya Bilgiya Stenbolê bi navê "Di 100. sala xwe de Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd" de konferansek hate lidarixstin. Axivgeran di konferansê de behsa aliyên ku di dîroka jinên Kurd de tarî mane kirin û dan zanîn jinên Kurd bi rêya damezrandina cemiyetan daxwazên xwe yên civakî ên neteweyî derxistine pêş.

Hefteya borî ji aliyê Weşanên Avestayê ve pirtûkeke bi navê "Di 100. sala xwe de Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd" ku ji aliyê nivîskar Rojhat Alakom ve hatiye amadekirin hate çapkirin. Ev pirtûka ku aliyên nayêne zanîn û reş û tarîtiya li ser dîroka jinên Kurd ên ku li her çar parçeyên Kurdistanê di nava jiyana cemiyetan de cih girtine tê de tê nirxandin, bû mijara konferansekê. Ev konferansa ku bi navê "Di 100. sala xwe de Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd" çû serî, ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Weşanên Avesta û bi hevkariya Koma Lêkolînên Çandên li Tirkiyê ya Zakoya Bilgiya Stenbolê hate amadekirin. Abûllah Keskîn derbarê vê cemiyeta ku di sala 1919an de hatiye avakirin de got; Destpêkek baş bû bi baweri ya min. Em hêvîdarin li bajarên din li zankoyên din ev xebat bidomin.

Abdullah Keskîn - Xwediyê Weşananeya Avastayê, got:"Niha Komeleya JinênKurd 100 berê li Stenbolê hatiye avakirin. lê hemû agahiyên me derheqê wê de 2-3 xeberên kovara Jîn in. Ew jî piştî 70-80 sal hetta 90 sal heta niha jî ne birêkûpêk digihîjin wan. Ez hêvîdar im ev bibe detspêkek gava pêşî. Û ji bo me pir giring e ev mesele ne li mehkema ne li dadgehan li zankoyan bên nîqaşkirin. Ev bibe destpêkek û ji vir û pêde aliyên tarî ên tarîxa me derkevin holê hinek ronî bibin."

Axivgerên konferansê ragihandin, di pirtûka "Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd" heta niha şaş an jî rast hemû agahiyên derbarê komeleyê de û jinên ku ev komele avakirine de, digel dîroka wan agahiyên ansîklobedîk û ampîrîk di navê de cih digirin. Û ji bo lêkolîna dîroka Kurdan jî rêyeke nû vedike.

Zehra Ayman - Xwendekara Doktorayê, got:"Sed sal berê ew jinên ji Kurdistanê ku ji wek çînên bilind, elît, ayan an jî ji binemalên mîrektiyan in û li Stenbolê cûre jiyaneke dîasporayê dijiyan, em dibînin ku di nava wê civata netewpereset de, bi daxwazên xwe yên civakî ên neteweyî derdikevin pêş. Em vî aliyê têkoşîna hebûna wan di nava vê pirtûkê de dibînin."

Herwiha di konferansê de axivgeran da zanîn, ev komele û ên din ku li her çar parçeyên Kurdistanê hatine danîn, civak derbarê wan de zêde ne xwedî agahiye. Lê belê ji wan xalên ku di rêziknameya Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd de cig digirin diyar dibe ku di rêya şaristaniya hevçerx de, ji perwerdehiyê bigirin heta xêrxwaziyê û alîkariya mexdûrên şer û gavên din ên bêne avêtin di qadên din ên civakî de

rêzijnameyeke tamambûyî heye. Wisa diyar e ev xebata dîrokî ya Rohat Alakom ku ji ber nexweşîna xwe nekarî beşdarî konferansê bibe wê hê gelekî bê axaft

K24