Efrîn salek ji dagîrkirinê

March 18, 2019

 Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê berî salekê û di 20 Çileya 2018an de bi tank û topan û ji esman ve bi firokeyên şer êrîşî ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan, şehîdkirin û birîndarkirina bêhtir ji hezar kesî, derbiderbûna nêzîkî 350 hezar Efîrîniyî û wêrankirina mal, xanî û jêrxaneya Efrînê derbasî Efrînê bû û dagîr kir û bi kîn peykerê Kawayê Hesinkar li meydana bajêr şikand.

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di 20ê Çileya 2018an de operasyona leşkerî ya bi navê “Şaxa Zeytûnê” piştî ku Rûsyayê esmanê Efrînê li pêş firokeyên şer ên Tirkiyê vekir, li dijî Efrîn destpê kir.

Di êrîşê de hezar welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn

Artêşa Tirkiyê bi top, bombe û mûşekan Efrîn, û gund û navçeyên Efrînê Raco, Şiyê, Bilbilê, Şera, Cindirêsê, Mabeta û Şêrewa topbaran û bombebaran kirin û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê di bin fermana artêşa Tirkiyê de dest bi êrîşa bejahî kirin.

Di êrîşê de, malên sivîlan, dibistan, avahiyên fermî, nexweşxane, mizgeft, cihên dîrokî û pîroz û jêrxaneya Efrînê hatin bomebarankirin û wêrankirin.

Ji ber êrîşê li gor amarên hatine ragihand, zêdetir ji 386 welatiyên Efrînê yên sivîl şehîd bûn, ji nava wan 55 zarok bûn û zêdetir ji 700 sivîlan jî birîndar bûn.

zêdetir ji 350 hezar Efrînî jî bi neçarî koçber û derbider bûn, beşek mezin ji wan li gundên di navbera Efrîn û Helebê de man û beşek di jî li heman deverê di kampan de hatin bicihkirin.

Piştî şerê 58 rojan artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di roja 18ê Adara 2018an de derbasî bajarê Efrînê bû û dagîr kirin. û dest bi girtin. revandin welatiyan, dizî û talana mal, avahiyên fermî, dikan û samanên welatiyên sivîl kirin.

Bi hezaran welatî bi mebesta standina pereyan tên revandin eşkencedan

Ji roja 18ê Adarê ve, welatiyên Efrînê di metirsî û di bin gefê de dijîn. Bi mebesta standina pereyan ji malbatên Efrînî bi hezara xort û keçên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin û tên revandin û rastî eşkenceyan tên. Li gor amaran zêdetir ji 6 hezar welatiyên Efrînê di heyama vê salê de hatine revandin.

Di vê salê de, gelek caran şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar li ser dizî û talanê û parvekirina samanên xelkê li xwe derketin û rewşa qedexeya derketina ji malan dihate sepandin.

Bi dehan welatî bûn qurbaniyên teqînan

Herwiha di heyama vê salê de bi dehan bombe, mîn û otombîl di nava bajarê Efrînê de hatin teqandin, ji wan jî teqîna roja 16ê Berçileya 2018an di nava bazara Efrînê de ku di encama wê teqînê de 8 sivîlan canê jidest dan û zêdetir ji 20 kesan din jî birîndar bûn.

Herwiha bi sedan bombe di mal, li ser û di nava zeviyên Efrînê de hatibûn çendin û bi dehan welatî bûn qurbaniyên wan teqînan. Li gor zanyariyan di heyama vê salê de nêzîkî 150 welatiyên Efrînê di encama teqînên cuda de şehîd bûn û hejmarek mezin jî birîndar bûn.

Guhartina demokgrafî

Ji roja dagîrkirina Efrînê ve, bi hezaran Erebên Xûtayê û navçeyên cuda ên Sûriyê bi alîkariya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve derbasî Efrînê bûn û destên xwe danîn ser mal û milkên xelkê û tê de hatin bicihkirin.

Li Herêma Efrîn ku nêzîkî milyonek kes dijîn û jiwan ji sedî 95 xelkê Kurd bûn, ji bo guhartina nasnameya Kurdîbûna Efrînê, bi hezaran koçber û çekdarên navçeyên cuda ên Sûriyê û bi taybet Xûtaya Şamê, Humis û Helebê ku li gor rêkeftina di navbera çekdarên opozîsyonê û rêjîma Sûriyê û bi serperiştiya Rûsyayê ji navçeyên xwe derketin û li gor wan rêkeftinan biryar bûn bo Idlibê bêne veguhastin, lê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên li Efrînê ew li Efrînê li şûna Kurdê derbider bicih kirin.

Ji aliyekî din ve, artêşa Tirkiyê di êrîşa xwqe de gelek şûnwarên Efrînê bombebaran û wêran kirin wek girê dîrokî Eyn Dara û bi dehan şûnwarên li çiyayê Lêlûn li navçey Şêrewa.

Grûpên çekdar di vê sala dagîrkirinê de jî, bi mebesta lêgerîna li zêr û entîkeyan piraniya gir û şûnwarên dîrokî, gor û mezargehên pîroz li Efrînê kolandin û têkdan û taybet cihên pîroz ên Kurdên Êzidî û Elewî.

Berhema sereke ya xelkê Efrînê “zeyt û zeytûn” tê dizîn

Çekdar û koçberên li Efrînê bicih bûne, ji bilî ku bi hezaran darên Efrîniyan birîn û hilkirin û wek êzing difirotin, destên xwe danîn ser bi sed hezaran darên zeytûnan û zeviyên xelkê.

Li ser vê babetê jî Du senatorên Ispanyayê, pirsname dan Parlementoya Ispanya û Komisyona Ewrûpayê. Di pirsnameyê de tê pirsîn: “Zeyta ji Tirkiye tê kirîn, zeyta dizînê ji Sûriye (Efrînê) ye?”

Herwiha rojnameya “The  Telegraph” a Brîtanî di raportekê de belav kir, Parlemanterê Siwêsrî Bernhard Guhl Hikûmeta Tirkiyê tometbar kiriye ku zeyta zeytûnan ji Sûriyê didize û wê wek ku berhemeke Tirkî li bazara Yekîtiya Ewropayê difiroşe û bi buhaya wê zeytê mîlîşyayên çekdar ên Sûrî yê di bin siya Enqerê de ne biçek dike.

Tawanên li Efrînê dibin, tawanên şer û qirkirina etnîkî ne

Li gor belgeyên binpêkirin û kiryarên li Efrînê dibin ên wekî kuştin û revandina welatiyan, dizî û talan, aramnckirina jêrxaneya Efrînê û koçkirina welatiyan, ev binpêkirin li gor yasa, rêkeftin û peymanên navdewletî digihin asta tawanên şer û tawanên qirkirina bikomî. Tevî ku rêxistinên navdewletî yên wek Human Rights Watch, Rêxistina Lêborîna Navdewletî û rêxistinên yasayî yên Kurdî gelek dosye û belgeyên van tawanan gihandin Sekreteriya Giştî ya Netewên Yekgirtî û şaxên wê, lê aliyên navdewletî, navedên biryardanê li cîhanê û Netewên Yekgirtî li hember van tawanên li Efrînê tê kirin, bêdeng e.

Jiyana Efrîniyan asayî nebûye

Piştî salekê ji dagîrkirinê û xistina Efrînê ji aliyê îdarî ve ser bi wîlayeta Hatay ya Tirkiyê ve û erkdarkirina waliyekî jê re, heta niha hîna pêwîstiyên sereke ên jiyanê li Efrînê nehatine dabînkirin, av û kehrebe dabîn nebûye, rê û avahî nehatine çakirin, proseya xwendiyên lawaz e, nexweşxane nikarin çareseriya bijîşkî ji nexweşên re pêşkêş bikin û nexweşên Efrînê neçar dibin bi riyên qaçax derbasî Tirkiyê bibin û li wir xwe derman bikin, evgera kar û bazarê rawestiya ye.

K24

S. B 

Please reload