top of page

Kurdistanê êrişa li New Zelandayê şermezar kir

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî êrişa li New Zelandayê şermezar kir.

Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefin Dizeyî bi awayekî tund êrişa terorî ya li New Zelandayê ya bi ser du mizgeftan şermezar kir, ku di encama êrişê de bi dehan nimêjkeran jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbatên qurbaniyan û gel û hikûmeta New Zelandayê re xwest û diyar kir ku di vê dema dijwar de hevsoz û hevxemê wan in.

Herwiha diyar kir ku "Em hevî dikin, kesên ku ev êriş encam dan bi awayekî dadperwerane werin cezakirin û li ti cihekî din karesatên bi vî awayî dubare nebin.”

Îro li New Zelandayê êrîşî ser du mizgeftan hate kirin û di encamê de 40 kes hatin kuştin. Di herdu bûyeran de bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Polîsê New Zelandê ragihand, îro serê sibehê kesekî çekdar êrîşî ser Mizgefta Elnûr a li navenda bajarê Christchurch kiriye û xelkê di nava mizgeftê de daye ber gulleyan.

Polîs daye xuyakirin, her di heman demê de êrîşeke din bo ser mizgefteke din li bajarê Christchurch hatiye encamdan.

Têkildarî êrîşên îro yên bo ser herdu mizgeftan, polîsê New Zelandê 4 kes desteser kirine.

Heta niha sedem an sedemên van êrîşan nehatiye xuyakirin û polîs dibêje, lêkolîn di derbarê bûyeran de berdewam e.

RÛDAW

bottom of page