Bi wêne…Hin dîmenên merasîma 31.mîn salvegera kîmyabarana Helebçê
Li gor peyamnêrê BasNewsê ji merasîmê ragehandiye: ‘’Li çend birgeyekî merasîmê de cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad, cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî û gelek berpirsên partî û hikûmeta Kurdistanê û Iraqê, herwaha nûnerên welat û parlamenterên Kurdistanê û Iraqê beşdarî merasîmê bûn û gotar û peyamên xwe xwandin.’’
Herwaha got: ‘’Di merasîmê de parêzgerê Helebçê Azad Tofîq, wezîrê karûbarên şehîd û enfalbûyan Mehmûd Hacî Salih, cîgirê serokê parlamentoya Iraq a federal Dr. Beşîr Hedad, gotarên xwe pêşkeş kirin.’’
Li gor peyamnêrê BasNewsê: ‘’Derveyî wan gotaran û gotarên kesûkarên şehîdan, çend çalakiyên hunerî tên pêşkeş kirin û herwaha bo sê rojan jî dê çalakiyên cuda cuda birêve biçin.’’
BasNews