TERMEKE JIBÎRKIRÎ
”Cilika Xwe Ji Avê Derdixe”
Bêguman eger meriv tenê bi Zimanê Kurdî bipeyive, ne bes e. Divê meriv Çand û Toreya Kurdî jî zanibe. Yanena, meriv di axaftinê de nikare naveroka rûdanan eşkere bike û bi kesên dî bide fêmkirin.
Îro jimareke pir zêde Kurd hene ku çendî ew dema dipeyivin, peyvên kurdî bi hev ve girêbest dikin, lê mixabin ew ji çanda kurdî fêm nakin. Dema meriv bi zimanekî bipeyive û ji çanda wî fêm neke, şêrîniya wî zimanî ji meriv re çênabe.
Di Zimanê Kurdî de gelek biwêj hene, kesên ku ji Çanda Kurdî fêm dikin dema dipeyivin, ew wan biwêjan bi kar tînin. Lê peyvên ku di wan biwêjan de ne, bi çu rengî têkiliya xwe bi naveroka babtê nînin. Yek ji wan jî ev e: ”Cilika Xwe Ji Avê Derdixe”
Çend roj berê ez li dostekî xwe rast hatim û min pirsa halê wî kir, gote min ku ew îdareya xwe dike. Min jî gotê: ”Yanî tu cilika xwe ji avê derdixî.” Birader şaş ma û pirsa naveroka gotina min kir. Min gotê: ”Dema kesek bi zehmetî îdara xwe, yan debara xwe dike, Kurd dibêjin: ´Cilika Xwe Ji Avê Derdixe.” Lê kesê ku rind ne serwextê Çanda Kurdî be, ji gotina vê biwêjê fêm nake.
Bi hêviya ku ciwanên me lêkolîn li biwêjên wisa bikin. Her şad û bextewer bin…
Gundê Çirçirkê 11/ 03/ 2019