Konsulxaneya Amerîkayê roja jidayîkbûna Mela Mistefa Barzanî pîroz kir
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê di twîta xwe de destnîşan kiriye ku ew di 116emîn salvegera jidayîkbûna Mistefa Barzanî de jiyan û xebata wî bi bîr tînin. Konsulxaneyê bal kişandiye ser wê yekê ku Mistefa Barzanî ji ber xizmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd, dê her dem were bibîranîn.
Herwiha konsulxaneyê li gel twîtê, wêneyeke Mela Mistefa Barzanî û wênekêşê Amerîkî Willam Carter belav kiriye ku di sala 1965an de hatiye kişandin.
Peyama Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê wiha ye:
"Îro Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê jiyan û xebata Mela Mistefa Barzanî bi bîr tîne ku 116 sal berê û di rojeke weke îro de, ku 14ê Adara 1903an bû, ji dayîk bûye. Mela Mistefa Barzanî dê her dem were bibîranîn ji ber xizmetkirina Herêma Kurdistana Iraqê û gelê Kurd.”
RÛDAW