Bi wêne…Dîmenên pêşwazî kirina rizgarbûyên êzdî

Rêveberê ofîsa rizgarbûyên revandiyên êzdiyan diyar kir: ‘’Heta îro 13.03.2019ê tenê ji Baxozê bêhtir ji 50 zarok û jinên kurdên êzdî ji dest rêxistina terorîst a DAIŞê hat rizgar kirin.’’

Rêveberê ofîsa rizgarbûyên revandiyên êzdî ya ser bi ofîsa serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Hesen Koro Qaîdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew hejmara revandiyên êzdî yên ji Baxozê rizgarbûne bêhtirê wan zarok in, temenê wan jî ji 6 salî heta 17 salîne û hin jinên revandiyên êzdî jî ji Baxozê hatine rizgar kirin. hemû kesên rizgarbûyî jî hatine nav malbatên xwe.’’

Herwaha got: ‘’Hewldanên me dê berdewam bin bo rizgar kirina hemû revandiyan. Hejmara giştî ya rizgarbûyan geheşt 3370 kesan. ‘’

BasNews