PKK bûye pirseke dîplomasiyê di navbera Tirkiyê û Belçîkayê de
Îro Dûşemê Wezareta Derve ya Tirkiyê bang li Balyozê Belçîka li Enqerê kir û dilgiraniya xwe derbarê biryara dadgeha Belçîka li ser hin berpirsên PKKê nîşanda.
Heftiya borî Wezareta Derve ya Tirkiyê biryara dadgeha Belçîka derbarê 26 endamên PKKê red kiribû û ew biryar bi tundî rexne kir.
Li ser vê yekê medyaya Tirkiyê ragehand ku, Wezareta Derve ya Tirkiyê bang li Balyozê Belçîka li Enqerê kir û dilgiraniya xwe derbarê biryara dadgeha Belçîka liser hin berpirsên PKKê nîşanda.
Dadgeheke Brukselê biryarek pesend kir ku, ew nikarin di çarçoveya qanûnên têkoşîna dijî terorê da bêne darizandin.
BasNews