DAIŞê 500 zarokên Êzidî ji bo xwekuj perwerde kirin
Di du hefteyên dawî de, li pêgeha herî dawî ya DAIŞê li Baxoza Sûriyê, 40 zarokên Êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin. Azad Xidir ku yek ji wan zarokên Êzidî ye, destnîşan dike ku li Baxozê di destê DAIŞê de hê jî zarokên Êzidî mane.
Ji dayik, bav û xwişk û birayên wî ti agahî tune
DAIŞ, Azad Xidir li gel dayik, bav û 4 xwişk û birayên wî direvîne, lê belê heta niha ji bilî wî û birayekî wî, ti agahî ji malbata wî nehatiye wergirtin.
Azad radigihîne ku dema DAIŞê ew revandine, 10 salî bûye û 4 meh piştî wê karesatê, DAIŞiyan ew ji malbata wî veqetandine.
Azad Xidir di berdewamiya axaftina xwe de dide zanîn ku DAIŞê, zarokên Êzidî ji malbatên wan vediqetand û ew dişandin kampên li Sûriyê da ku wan perwerde bikin. Azad got: “1 sal û 3 mehan, perwerdehiya bîrdoziya xwe dane me. Di destpêkê de em kirin pasevanên ber dergehên berpirsên xwe. Paşê jî em birin nav şer û pevçûnan. Çi gavê em dibirin cihên şer û pevçûnan, berî her tiştî me dixwest ku em şehîd bibin.”
Zarokên Êzidî wek bombegerên zindî hatin perwerdekirin
Azad Xidir, diyar kir ku DAIŞê li Sûriyê, li 4 kampên leşkerî, bi mebesta bibin bombegerên zindî, nêzîkî 500 zarokên Êzidî perwerde kiriye û got: “Li kampa ku em birinê 60 zarok ku ji wan 34 Êzidî bûn, dihatin perwerdekirin. Em zarokên Êzidî, dema me bangî hev dikir me digot ‘Bira’.”
Azad Xidir destnîşan kir ku gellek caran ew birine nav şer û pevçûnan û berdewam kir: “Kemberên bombeyî li me girê didan. Hin zarokan ew bombeyan di xwe de teqandin. Ji min jî xwestin ku dema dora min bê ez xwe biteqînim, lê belê dor nehate ser min.
Birayê wî hê jî li Baxozê ye
Azad, di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku piştî ew hatiye rizgarkirin, birayekî wî li Baxozê maye û dûre bi ser viberê ew bi wî re ketiye têkiliyê. Azad got: “Min ji birayê xwe re kiryarên DAIŞê yên ku li ser me sepandine û hemû xerabiyên DAIŞê vegot. Min jê xwest ku ji Baxozê bireve. Lê belê wî nexwest vegere. Hetta me bi kafirbûnê tawanbar kir.”
Rewşa 3 hezar û 46 kesan ne diyar e
Li gor daneyên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî yên bi Destên DAIŞê ya girêdayî Encûmena Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê, di êrîşa DAIŞê ya Şingalê ya 3ê Tebaxa 2014an de, li gel jin û zarokan, 6 hezar û 417 kes ji alî DAIŞê ve hatine revandin. Ji wan revandiyan heta niha 3 hezar 371 kes hatine rizgarkirin.
DAIŞ, ji % 99 axa ku li Iraq û Sûriyê bidest xistibû hate derxistin, lê belê hê jî rewşa 3 hezar û 46 kesên revandî ne diyar e.
Di êrîşa DAIŞê ya Şingalê ya Tebaxa 2014an de 1 hezar û 293 Kurdên Êzidî hatin qetilkirin. Li Şengal û derdora wê heta niha 71 gorên komî hatine dîtin.
RÛDAW