Dadwerê serperiştiya îdamkirina Sedam kir xanenişîn bû

Dadwerê kurd Munîr Hedad yê di proseya îdamkirina serokê rejima Beasê Seddam Hisên cî digirti xanenişîn bû.

Serokatîya komarîya Iraqê biryar liser xanenişîbûna dadwer û endamî berê yê Dezgeya Destpakiya Iraqê Munîr Hedad derxist.

Biryar di 28-2-2019an da hatiye derxistin û îro duşemê 11-3-2019an di medya Iraqê da hatiye belavkirin û di biryarê da hatiye gotin ku divê Desteya Xanenişîniyê ya Niştimanî wê biryarê cî be cî be cî bike.

Munîr Sebrî Hatem Hedad kurdekî feylî te, di sala 1964an da li Bexdayê ji dayik bûye. Piştî xwendina beşa hiqûqê bû parêzer. Ji ber fişara Beasîyan neçar bû ji Iraqê derkeve. Piştî rûxana rejima Beas vegeriya Bexdayê.

Dadwer Munîr Hedad di roja 30-12-2006an da serpetiştiya fermana îdamkirina Sedam Hisên derxist.

BasNews