Serok Barzanî: Jinên Kurdistanê mînaka cangorî û buhayên mirovatiyê ne
Serok Barzanî ji bo helkefta heştê Adarê peyamek belav kir û tê de dibêje, jinên Kurdistanê mînaka cangorî û xweragirî û buhayên mirovatiyê ne.
Serok Barzanî bi helkefta heştê Adarê li tora civakî ya Twitterê peyamek belav kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi helkefta heştê Adarê (Roja Cîhanî ya Jinan) ez pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikim.
Jinên Kurdistanê mînaka cangorî û xweragirî û buhayên mirovatiyê ne.
Hêviya bexteweriyê ji bo hemû jinên Kurdistanê dixwazim. Hêvî dikim dawî bi çewsandin û êş û azarên wan bê.”
KDP-İnfo