Serok Barzanî: Raperîn peyama gelê Kurdistanê bû ku em bindestiyê qebûl nakin
Di Adarê de gelê Kurdistanê dijî sitemkarî û dagîrkeriyê rawestiya û qonaxeke nû ji jiyana siyasî ya tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê pêk hat ku xwe di Raperîna mezin a Adara 1991 de nîşan da. Raperîn peyama zelal a Kurdistaniyan bû ji bo hemû cîhanê ku bindestiyê qebûl nakin û eger Kurdistan yekdeng be dê herdem serkeftinê li ser zulm û dagîrkeriyê mîsoger bike.
Herwiha xweragirî û berxwedana xelkê û şoreşê, rêjîma Iraqê neçar kir ku di 11ê Adara 1970 de yekemîn car beşek ji mafên gelê me bê nasîn û pejirandin. Beyannameya 11ê Adarê belgeyeke zelal e ji serkeftina şoreşa rewa ya gelê Kurdistanê li hemberî hewlên asîmîlasyon û înkarkirina dagîrkeran. Di 11ê Adarê de û di şoreşa mezin a Eylûlê de dijmin hat neçarkirin ku destberdarê lojîka hêzê bê û rêya danûstandinê bigre.
Her di meha Adarê de em şehîdên Helebçeyê bi bîr tînîn. Helebçe birîneke kûr e di laş û bedena miletê me de û nîşana hovîtî û bêwîcdaniya dijminan e. Helebçe dengê mezlûmiyeta gelê Kurdistanê ye di sedsala derbasbûyî de û hemû mirovayetî berpirs e di ber wê tawana mezin a li ser gelê Kurdistanê de hatiye kirin.
Di meha Adarê de Newroz tê kirin ku ji bo gelê Kurdistanê sembola serkeftina jiyan û azadiya li ser sitem û tarîtiyê de ye. Newroz mizgîniya nûbûn û destpêka nû ye ji bo hemû kesekî ji welatiyên Kurdistanê.
Di bîranîna Raperînê û helkeftên Adarê de em hezaran silav ji şehîdên Raperînê û şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînin.
Ev destkefta ku niha heye hemû berhema xwîna şehîdên me yên serbilind e.
Di vê bîranînê de silav û spas ji bo hemû welatiyên Kurdistanê ku di qonaxên dijwar de xweragir bûne û sitem û bindestî tu demekê qebûl nekirine.
Silav ji bo qehremaniya Pêşmerge ku bi cangorî û camêriya xwe dîrok ji bo gelê xwe tomar kirin.
Mesûd Barzanî
5.3.2019”