Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka bi telefonê axivîn

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê di peywendiyeke telefonî de rewşa Iraqê gotûbêj kirin.

Êvara Sêşema 05-03-2019 Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi rêya telefonê peywendî bi Serok Barzanî re kir.

Di peyweniya telefonî de li ser pêşhat û rewşa herî dawî yên siyasî yên Iraqê danûstandinan fikr û ramanan hat kirin.