top of page

Raperîna 91ê berxwedaneke cemawerî bû..Pêşbîniyên Serok Barzanî û pilanên Bereya Kurdistanî bicîh ha

Hewlêr-KDP.info- Raperîna mezin a gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê di Adara sala 1991ê de, berxwedaneke cemawerî bû bi piştevaniya Bereya Kurdistanî li dijî rêjîma wê demê ya Iraqê, ku wê rêjîmê bi salan hemû hêza xwe ji bo qirkirina Kurdan û jinavbirina nasnameya wan a netewî û wêrankirina Kurdistanê bikar tanî.

Raperîna gelê Kurdistanê di sala 1991ê de, wek berhema şoreş û berxwedanî û keda azadîxwazên cemawerê Kurdistanê bû. Ew raperîn bûyereke dîrokî mezin e û ne kêmî wan raperînên mezin ên dîroka mirovatiyê ye. Bûyereke dîrokî ye û qonaxeke girîng e di jiyan û çarenivîsa netewa me de. Êdî bi wê raperînê miletê me ji qonaxeke pir dijwar û pir qurbanî û karesat derket û gihîşt azadî û destkeftên me yên îro. Raperîna 1991ê serwerî û şanaziyeke pir mezin e ji bo hemû Kurdan û hemû Kurdistaniyan, ji ber ku di wê raperînê de miletê me û hemû partiyên siyasî û hêzên xebatgêr ên Kurdistanê tomareke zêrîn di yekrêzî û wekheviyê nivîsandin, ku ew yek jî bû bi moral ji serkeftinê re.

Raperîn ne hema ji xwe re çêbû

Raperîna 1991ê ya Kurdistanê, qonaxek bû ji helwêst û azayetiya cemawerê Kurdistanê. Qonaxek bû ji karwanên wan şoreşên ku li Başûrê Kurdistanê çêbibûn û xebata wan berdewam bû. Her ji şoreşa şehîdê rêber Şêx Ebdulselam Barzanî û heta bi şoreşa Şêx Mehmûd Hefîd û piştre şoreşên Barzan û şoreşa mezin a Eylûlê û piştre şoreşa serkeftî ya Gulanê. Xuya ye ku eger meydana xebatê li Başûrê Kurdistanê valaba, dê xelk û cemawerê Kurdistanê jî ne piştgerim û piştrast bana û dê ew raperîn nehatiba kirin. Lewma jî xuya dibe ku Raperîn ne hema ji xwe re destpê kir. Jibilî berdewamiya wê xebata bi salan, amadekariyên Bereya Kurdistanî û berxwedana cemawer jî li pişt bû.

Serok Mesûd Barzanî wê demê pêşbînî dikir û digot, tê çaverêkirin ku rêjîma Iraqê û navçe guhertin bi ser wan de bên û rewşa erênî li Iraqê çêbibe. Êdî ji vir de nirxandin ji bo guhertinan li cem Bereya Kurdistanî destpê kirin, û heta gihîştin wê yekê ku Bereya Kurdistanî çavdêriya rewşê kir û piştre gihîştin wê baweriyê ku amadekarî ji bo raperîneke cemawerî û berfireh bê kirin, ji bo vê mebestê jî civîn danîna bername û pilanan destpê kir. Serok Mesûd Barzanî bû serokê Bereya Kurdistanî ji bo rêbertiya raperînê. Aliyên nava Bereya Kurdistanê dest bi tevgerê kirin û hêzên Pêşmerge ji ser çiya şandin nava bajaran û hindurê Kurdistanê. Rêxistinên veşartî li nava bajaran hatin agahdarkirin, heta ku li bajarê Raniye agirê raperînê pê ket û pêşbîniyên Serok Mesûd Barzanî û pilanên Bereya Kurdistanî bicîh hatin. Êdî raperîn bû bûyereke rast û li tevahiya Kurdistanê belav bû. Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bihevre kar kirin û rûbirûyê artêş û hêzên rêjîma Iraqê bûn. Êdî roj bi roj tîna raperînê ji Raniye diçû bajarên din ên Kurdistanê. Roja 7ê Adarê li Silêmaniyê rizgar bû. Roja 9ê Adarê bajarê Şeqlawe rizgar bû. Roja 10ê Adarê bajarê Koye rizgar bû. Roja 11ê Adarê Hewlêr rizgar bû. Zaxo roja 13ê Adarê rizgar bû. Duhok 14ê Adarê û Kerkûk jî 20ê Adarê rizgar bûn. Êvara Newrozê wê rojê li Kerkûkê û hemû Kurdistanê bû 2 cejin. Bi wî awayî li ser destê cemawerê raperîn û Pêşmerge di nava 15 rojan de axa Başûrê Kurdistanê bi temamî rizgar bû.

Serok Barzanî di meydana Raperînê de bû

Serok Mesûd Barzanî wek serokê Bereya Kurdistanî li nava Kurdistanê rêbertiya Raperînê dikir, piştî 6 rojan ji destpêka raperînê û di roja 11ê Adarê de, Serok Barzanî ji gundê Qasimreş ê ser sînorê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gihîşt nava Kurdistanê û li Raniye pêşwazî lê hat kirin û di nava meydana Raperînê de beşdar bû. Serok Barzanî roja piştre ku 12ê Adarê bû gihîşt bajarê Koye yê rizgarkirî û li wir gotarekeke dîrokî li pêşiya xelkê Koye pêşkêş kir û piştre jî li pêşiya cemawerê Rewandiz jî gotarek li pêşiya hejmareke mezin ji xelkê ku di raperînê de beşdar bibûn, pêşkêş kir. Wê demê hêj nexuya bû ku Raperîn biser ketiye yan ne û hêj çarenivîs û encama Raperînê nezelal bû, lê di wê dema nazik de Serok Barzanî di meydana raperînê de bû û peyamên serkeftinê ji xelkê re dixwend û canê xweragîrî dida cemawer û hêvî dixist dilê xelkê Kurdistanê de. Herwiha her wê demê behsa damezrandina hukmraniyê li Kurdistanê û lidarxistina hilbijartinan û demokrasî û deselata yasayê dikir.

Armancên Raperînê û asoya mafên neteweya me

Raperîna 1991ê di dîroka pir serwerî ya gelê me de, serkeftineke mezin e û berhema yekrêzî û karê hevbeş bû, berhema piştevaniya cemawr bû ji bo Bereya Kurdistanî, berhema yekdengî û yekdestbûna Pêşmerge û aliyên Kurdistanî bû, ku îro jî pêwîstiya me bi wî canê tebayî û yekrêziyê heye, ji ber ku ev destkeftên Raperînê di parlemanto û hikûmeta Kurdistanê û pêşkeftinên abûrî û civakî û demokrasî û azadî de tê dîtin, ku ew jî ji encama xebat û qurbanîdan û xoragîriya gelê me ne û divê em bi berpirsyarî wan biparêzin û pêş bixin. Bêguman niha û di vê qonaxa niha de wek rojên Raperînê pêwîstiya me bi tebayî û yekrêziyê heye û ev yek erkê ser milê me ye, ew jî ji bo bihêzkirina hukmranî û pêgeha Herêma Kurdistanê li navçeyê û li cîhanê û baştirkirina jiyana xelkê Kurdistanê. Herwiha bicîh anîna armanca mezin a Raperînê ku azadî û serbestiya bi yekcarî ya gelê me ye, ku hêj em mafê me bi temamî bicîh nehatiye û rêyeke dûr û nêzîk li pêşiya gelê me ye, ev yek jî ji me dixwaze ku em bi hizir û canê netewî û niştimanî kar bikin ji bo bidestxistina armancên netewî û bidestxistina sitatyoyeke Kurdistanî.

bottom of page