top of page

Ehmed Turk bo Eredogan: Em xwediyê vê xakê ne

Siyasetmedarê Kurd û namzetê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk, rexne li gotinên Serokomarê Tirkiyê dike û dibêje: “Em xwediyên rasteqîne yên vê axê ne.”

Karvedana gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan berdewam dike ku dibêje: “Kurdistan di nav sînorê Tirkiyê de nîn e, yên dixwazin bile biçin Herêma Kurdistanê ya li Iraqê.”

Siyasetmedar û Namzetê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk, gotinên rexne li Erdogan digire û dibêje: “Em gel in, Midyadî, Nisêbînî û Mêrdînî ne, xwediyên rasteqîne yên vê axê ne.”

Da zanîn, AK Partî 17 sal in li ser desthilatê ye û êdî nikarin tiştekî ji gel re bêjin. Behsa aboriyê, behsa dadê behsa mafnasiyê û mafên mirovan nakin, tenê êrişî Kurdan dikin û projeyên sirgûnkirina Kurdan pêş dixin.

K24

S. B

bottom of page