top of page

Parlementoya Brîtanya - Daxwaza geştên yekser bo London – Hewlêrê tê kirin

Du parlementerên Brîtanyayê li parlementoyê daxwaza wê yekê dikin ku seferên yekser yên asmanî di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê dest pê bikin.

Parlementera Brîtanyayê Mary Glindon û Parlementer Bob Blackman daxwaz ji parlementoya welatê xwe kirine seferêb yekser di navbera Hewlêr û Londonê de dest pê bikin. Herwiha parlementeran aşkere jî kiriye ji bo zêdekirina peywendîyên perwerdeyî, ferhengî, bazirganî û geştyarîya herdû aliya divê seferên yekser di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de dest pê bikin.

Herdu parlementeran di daxwaznameya xwe de dane zanîn ku azadîya ayînî û fikrî li Herêma Kurdistanê heye.

BasNews

bottom of page