Goreke bikomî ya Kurdên Êzidî li Baxozê hat dîtin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) goreke bikomî li Baxozê dibîne, tê de bi dehan term hebûn û tê gûmankirin ku ew termên Êzidiyên ji aliyê DAIŞê hatine revandin bin.
Fermandarê di HSDê Ednan Efrîn ragihand, îro goreke bikomî li nêzîkî Baxozê dawî baregeha DAIŞê li Sûriyê hat dîtin, bi dehan termên serîbirî tê de bûn.
Ednan Efrîn amaje bi wê yekê kir, tê gûmankirin ku ew termên Êzidiyên ji aliyê DAIŞê hatine revandin bin.
Dîtina vê gora bikomî di demekê de ye, berî çend rojan rojnameya “Daily Mail” a Brîtanî belav kir, hêzeke taybet a Brîtanî li Baxozê rastî 50 termên jinên Êzidî hatibûn, ku serê wan hatibû birîn.
Di sala 2014an de DAIŞê êrîşî Şingalê kiribû û hezaran Kurdên Êzidî kuştin û bi hezaran jî jin û zarokên Êzidî revandibûn.