top of page

49 SAL BER Ê. 1000 SAL Dİ SER DA BİBORİN HÎÇ KÊMANÎ NAYÊ SER PÊŞKÊŞ Û SERWER Û LÎDERAN

Şakir Epözdemir

Qehremané mileté Kurd, Serweré bi nav û deng, Kurd şiyar bûn, rizgar dibî Kurdistana renga reng

Em Kurd hemû leşkerén te, tû serok, tû fermandar Li ser réça te dimeşin, li her der û her diyar

Em dibéjin Barzanî ye péşkéşé bawerî yé Wî biryar da bé weswese rabû kete péşî yé

Péşkéşé me, serweré me, réberé çak Mistefa Ey lîderé jîr û zana, pir bi sitq û bi wefa

Rébaza te her diriste ramana te welat e. Daxaza te serbestî ye, serxwebûn û felat e.

Bijî Serok fermandaré péşmergeyén Qehreman Generalé Mahabadé cané min bo te qurban

Evîndaré welatim ez, welat bé te wéran e Baré te baré Kurdistan, bareke pir giran e

Ku ne tû bî kes nikarya’b keta biné vî barî Şér û pling û lehengî, rohistîné neyarî

EVİNDARÊ WELAT – 1970 - Tetwan (* )

( * ) - jİ SALA 1965ê heya 2000ê min bi navê "EVÎNDARÊ WELAT" dinivisan da. Memuriyet û ticaretê nedihişta ez navê xwe yê adetî bêjim. - Şakir Epözdemir -

bottom of page