Zarokên Êzidî behsa azarên li cem DAIŞê dîtine dikin
Bi tengbûna dorpêça li ser DAIŞê re, çend roj in hejmarek mezin ji malbatên DAIŞê ji Baxozê tên derxistin. Di nava wan de jî hejmarek zarokên Şingalê yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin hene. Ew zarok bo deverên ewle li parêzgeha Hesekê hatine veguhastin.
Peymanêrê K24ê da zanîn, van zarokan nedihiştin ku wêneyên wan bên bikşînin, dibe ku hîna tirsa DAIŞê di dilê wan de be. Herwiha diyar dibe ku guhdaneke pir mezin ji aliyê perwerdeya îdeolojiya DAIŞê bi wan hatiye kirin.
Zarokê bi navê Mîlad ji K24ê re got: “Çekdaran ji me re got ola we ne baş e û ola Îslamê çêtir e. Li ser çek nehatim perwerdekirin, ji ber ku temenê min pir biçûk bû. Wan zarokê temên wan zêdeyî 14 saliyê bûn dibirin perwerdeya çekan bi wan dikirin.”
Peyamnêra me amaje bi wê yekê dike jî, DAIŞê cudahî di xwedîkirina keç û kuran de dikir. Zarokên kur guhdan bi wan dihate kirin û fêrî xwendin û nîvsandina bi zimanê Erebî herwiha fêrî hurgûliyên ola Îslamî û xwendina Qûrbanê bûne, lê zarokên kêç rastî lêdan û eşkencê dihatin, mîna Hediya 5 salî ku di nav DAIŞê de û bi tenê xizmeta jinên DAIŞê dikir.
Zaroka bi navê Hediye jî dibêje: “Ez li cem jinên DAIŞê dimam, dema xwarin ji wan zêde dima didane min, heger nemaba jî ez bê xwarin dimam. Ez gelekî mandî dibûm. Ez li kolanan radizam û bi sermê diketim û nexweş dibûm.”
Metirsiya ji vegera DAIŞê di nava van zarokan hatiye çandin. Êdî ev zarok li hêviya çarenivîsa xwe ya nû ne û bigihin dê û bavên xwe, di demkê de ku hin kesên pispor û xelkê Êzîdî dibêjin, heger guhdaneke taybet bi wan zarokan re neyê kirin, dê ev zarok bibin mîna bombeyên demkî.
K24