Erdogan ji serokhoz û rûsipiyên Kurd daxwaza piştevaniyê kir
Civîn îro saet 11:30 li Enqerê û li Koşka Serokomariya Tirkiyê dest pê kir û bo heyama 2 saet û 20 xulekan berdewam kir.
Erdogan, di çarçoveya xebatên propagandayê yên hilbijartinan de, li bajarên cuda yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mîtingan li dar dixe û ji bo hilbijêrên Hevpeymaniya Komarî ku ji hevpeymaniya navbera AK Partî û MHPê pêk tê, daxwaza dengan ji serokhoz û rûsipiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê kir.
Erdgona wiha got: “Eger em em xwe li ber kesênn ku hewl didin ji bo hemû mirovan bi hevdu bidin kuştin her roj lîstikên nû dikin, ew dê cejnê bikin. Armanca kesên wan partiyên ku li Tirkiyê di rewşeke asayî de ti carê nayên ba hev tînin li cem hev, ne tenê serokatiya şaredariya 3-5 şaredariyan e.
Heyamên hilbijartinê ew heyam in ku êrişên li hemberî yekîtî û hevrabûna gel û welatê me zêdetir dibin. Beriya 31ê Adarê jî dîsa em dibînin ku ev lîstik tên lîstin. Dema em rewşa îttifaqan dinêrin em bi eşkere dikarin vê tesbît bikin."
Di hevdîtinê de Wezîre Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk û Wezîrê Karên Navxwe yê berê Abdulkadîr Aksu amade bûn.
RÛDAW