Nirxê sotemeniyê li Bakurê Kurdistanê ji rojavayê Tirkiyê girantir e

Tevî ku nirxê sotemeniyê(yakacak) bi giştî li tevahiya Tirkiyê bilind bûye, lê belê nirxê sotmeniyê li bajarên Bakurê Kurdistanê ji bajarên li rojavayê Tirkiyê girantir e.

Yek ji wan sektorên ku ketiye bin bandora krîza aborî ya Tirkiyê, sektora sotemeniyê ye. Bi awayekî ku hinek caran nirxê sotemeniyê gelekî bilind dibe.

Di hundirê du hefteyan de du caran bihayê benzîn û gazê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bilind bû.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê, Maşallah Dekak dibêje, xelk ji nirxê benzîn û mazotê û bi giştî sotemeniyê bi gazind in û gelek nerazî ne.

Ev yazdemîn car e ku di salekê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bihayê benzîn û gazê zêde bibe. Bilindbûna nirxê benzîn û gazê welatî bi giştî û veberhêner û karsaz nîgeran kirine.

Niha bi awayekî giştî bihayê lîtreyek benzîn bi 6.70 lîre ye, di demekê de ku du sal berî niha ev nirx 4 lîre bû. Li gor amaran, sotemenî li Bakurê Kurdistanê bi berhevdana ligel bajarên Tirkiyê girantir e.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê, Maşallah Dekak derbarê sedemên girantirbûna nirxên sotemeniyê li Bakurê Kurdistanê de ragihand, hinek dibêjin ji ber ku li Bakurê Kurdistanê parzûngeh (rafînerî) nînin, petrol bo bajarên li rojavayê Tirkiyê tê veguhastin û li wê derê tê parzûnkirin, û paşê careke din bo bajarên Bakurê Kurdistanê tê şandin, lewma baca veguhastinê dikeve ser û li bajarên Bakurê Kurdistanê girantir tê firotin.

RÛDAW