Erdogan îro bi serokhoz û rûsipiyên Kurd re dicive
Li gor agahiyan, civîn dê îro saet 11:00 li Enqerê û li Koşka Serokomariya Tirkiyê pêk bê. Herwiha dê Erdogan û serokhoz û rûsipiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê xwarina fravînê jî bi hev re bin.
Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan, dê di civînê de, li ser hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê ku biryar e di 31ê Adara îsal de bê lidarxistin, biaxive.
Erdogan, di çarçoveya xebatên propagandayê yên hilbijartinan de, li bajarên cuda yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mîtingan li dar dixe û ji bo hilbijêrên Hevpeymaniya Komarî ku ji hevpeymaniya navbera AK Partî û MHPê pêk tê, daxwaza dengan dike.
Civîna Erdogan bi serokhoz û rûsipiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê re di demekê de ye, ku AK Partî û HDP li bajarên
RÛDAW
Bakurê Kurdistanê hewla bidesrxistina piraniya dengan û misogerkirina şaredariyên zêdetir li herêmê didin.