Serok Barzanî li balafirgehê Hollande birê kir
Dostê Serok Barzanî û dostê gelê Kurd François Hollande îro Sêşema 26.2.2019 bi spas û rêz ber bi welatê xwe ve birê ket.
Serok Barzanî li balafirgehê Hollande birê kir û spasî û bihêhatina wî kir û hêvî kir ku ew berdewam wek dostekî be ji pirsa rewa ya gelê Kurdistanê re û berdewam be li ser pêwendî û serdanên xwe ji bo Kurdistanê.
Duhî Dûşema 25.2.2019 ligel Serok Barzanî civiya û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî dîsa spasiya piştevaniya Fransa û Hollande kir û pesnê wan alîkarî û pêwensiyên bihêz ên di navbera Kurdistan û Fransa de kir, nexasim jî ew alîkariyên ku Fransa di dema şerê DAIŞê de pêşkêşî Kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve jî Serokê berê yê Fransa pêzanîn wî hebûn ji bo qehremanî û wêrekî û qurbanîdana gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de.
KDP-İnfo