Xorasan – Kelepora kurdan weke “mirata Îranê” tê pesendkirin
Ligor zanyariyên BasNewsê roja pênçşemê Konseya Neteweyî ya Îranê li paytextê Îranê li Tehranê civiya û di encama civînê de biryar li ser wê yekê daye ku 10 tişt ji ferheng û dabûnerîta kurdên Xorasanê wek “Mîrata Neteweyî ya Îranê tomar bê tomar kirin.
10 dabûnerît û ferhengên kurdên Xorasanê yên hatine tomarkirin ev in:
Miqama Eleh Mezar
Miqama Lo
Miqama Torq
Çarokên kurdî kurmancî yên Xorasanê
Bangîyên kurdî kurmancî yên Xorasanê
Hunera çêkirina serzînetên mircanî
Ceşna desthelalkirinê
Ceşna axirçarşemîyê
Gavjimêra nerîtî ya kurdên Xorasanê
Mamosta Elî Ekberê Biharê wek yêk ji hilgirên mîrata menewî ya Îranê
Hêjayî bibîrxistinêyê Komara Îslamî ya Îranê di sala 2018an de jî 7 ferheng û dabûnerîtên kurdên Xorasanê liser Mîrata Neteweyî ya Îranê tomar kiribû.
Di sala 2018an de ev ev ferheng û kelepûra kurdên Xorasanê jî weke “Mîrata Neteweyî ya” Îranê hatibûn tomarkirin:
Rola helbestên Ce’ferqulî Zengilî di forklora kurdên Xorasanê de
Muzika aşiqên kurdên Xorasanê
Lîstika kurdî ya Xorasanê
Hunera dêrîn a cilûbergên jinên Layînê
Hunera Guldûzî ya Layînê
Hunera hûnandina cacima Layînê
Lîstika şiv û duq (Layîn)
Zêdetir ji 1 mîlyon kurdên kurmancîaxêv li du eyaletên Xorasana Bakurî û Xorasana Rezewî ya Îranê dijîn. Bajarên kurdan ên li Xorasanê Meşhed, Qoçan, Şîrvan, Bojnurd, Radkan, Raz, Çinaran, Deregez, Faroj, Bacgîran, Kelat, Layîn, Serwîlayet, Esferayîn, Cowîn, Aşxane, Similxan in.
basnews