Platforma Zimanê Kurdî: Perwerde mafê sereke ye
Îro 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Di heman demê ev roj tê wesîleya bîranîna xwendekarên Bangalî yên ji ber daxwaz kiribûn zimanê wan bibe zimanê perwerdehiyê û ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Bi minasebeta vê rojê sazî û dezgehên kurdî dê li gelek devaran daxwaz bikin ku zimanê wan bibe zimanê pewerdehiyê û wek zimanek fermî bê qebûlkirin. Her wiha dê li dijî asîmîlasyona li ser kurdî jî bertek bê dayîn. Platforma Zimanê Kurdî ya ji aliyê 9 partiyên kurd ve hat avakirin jî ji bo statûya zimane kurdî dê xebatên xwe berdewam bike.
‘PERWERDE MAFÊ SEREKE YE’
Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî diyar kir ku di destpêka xebata wan de armanca wan ew e ku hişmendiya ziman biafirînin û got: “Mafê herî xwezayî ew e ku kurdek bi zimanê dayika xwe perwerde bibîne. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê ji bo nasnameya çanda kurd jî girîng e. Mafê her mirovî ew e ku dikaribe bi zimanê dayika xwe bê perwerdekirin. Ziman welatê mirov e. Ziman nasname, raman, azadî û qabîleyeta mirov e. Heke hûn zimanê netewekê qedexe bikin hûn raman, fikirandin, afirandin, pêşketin, azadî û her tiştî wî qedexe dikin. Dewlet ji ber vê sedemê dixwaze zimanê kurdî tune bike. Dixwaze asîmile bike û pêşketina wê asteng dike.”
‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ DI ZIMAN DE DERBAS DIBE’
Cizîrî da zanîn ku çareseriya pirsgirêka kurd di nasîna nasnameya kurd de derbas dibe û wiha got: “Yek ji hêmanên netewbûnê xala herî girîng ziman e. Heke zimanê kurdî bê nasîn û wek zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî rola çarenûsê bileyîze. Mafê perwerdehiyê wek şîrê dayikê helal e. Çarenûsa zimanê kurdî çarenûsa gelê kurd e. Kurd dixwazin bi nasnameya xwe bi şertên azad û wekhev li Tirkiyeyê bijîjn. Ji vî mafî jî tu mafek xwezayîtîr nîne.”
‘WEZÎFEYEK WÎJDANÎ YE’
Endamê Platformê Hayrettîn Altun jî anî ziman ku mafê perwerdehiyê yê di her kademeye de ne qencî ye mafek sereke ye û got: “Kurd mafên xwe yên hatiye desteserkirin daxwaz dikin. Radestkirina vî mafî beriya siyasî û bîrdozî wezîfeyek wîjdanî ye.”
‘QEDEXEKIRINA ZIMAN RÊ LI BER TRAVMAYÊ VEDIKE’
Altun destnîşan kir ku kurdek ku jiyanê bi zimanê xwe pênase dike û wate didê bi qedexekirina ziman re rê li ber travmayê vedike û wiha domand: “Qedexekirin û astengkiya ziman travmayê li pêşiya civaka kurd vedike. Birîtina girêdana mirovên kurd a ji zimanê wan tunekirina hebûna wan e.” Altun da da zanîn ku polîtîkaya pişaftin û qedexeyê li ser zimanê kurdî didome û wiha got: “Bila tu kes ji me re nebêje ‘kurdî ne qedexe ye, lê binêre diaxivin û televîzyona kurdî heye.’ Bila wisa nêzî me nebin. Li Tirkiyeyê tu demê qedexe û astengî ji ser zimanê kurdî ranebûye. Îro hêj kurdî wek zimanek ‘nayê zanîn’ tê nasîn. Bila kes nebêje ‘zimanê kurdî ne qedexe ye.’ Her kes dizane ku zimanê kurdî qedexe ye.”