Kurd dixwazin zimanê Kurdî li Sûriyê bibe zimanekî fermî
Roja 21ê Sibatê li tevaya cîhanê roja zimanê dayikê ye, Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî wek hemû gelên cîhanê vê rojê pîroz dibînin, bi dehên salan zimanê Kurdî zimanekî qedexekirî bû, lê niha bi sedan dibistan li Rojavayê Kurdistanê hatine vekirin, û zimanê dayikê lê tê xwendin.
Rewşa nû li Rojavayê Kurdistanê derfeteke baş ji bo ciwanan çêkiriye ku bi zimanê Kurdî bixînin.
Xwendekara Zanîngeha Rojava, Birîtan Reşîd Hiso: “Niha ez zimanê Kurdî dixwînim, zimanê dayikê. Ji bo min weke xewnekê bû, ji bo hemû xwendekaran. Me bawer nedikir ku em bi zimanê xwe bixwînin, derfeteke pir baş e. Ev zanîngeh jî gelek pêşketî ye li ser asta Rojava.”
Aras Qasim jî behsa rewşa berê dike ku zimanê Kurdî bi tevahî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê qedee bû û dibêje: “Nedihîştin em hestên xwe bi Kurdî derxin. Em dihizirîn ku em çilo bikin ku bi Erebî (hestên xwe) derxin. Îro em bi serbestî bi Kurdî diaxivin û dixwînin. Ev yek gelek baş e, berê gelek zehmet bû ku kesek bikare helbestekî Cegerxwîn an helbestekî Kurdî bixwîne, lê belê îro li vê zanîngehê beşa Wêjeya Kurdî vebûye û em bi serbestî helbestên Cegerxwîn, Ehmedê Xanê û Melayê Cizîrî dixwînin. Em bi hêvî ne xortên Kurd hemû berê xwe bidin vê zanîngehê.”
Kurdên Rojavayê Kurdistanê dixwazin ku zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî li Sûriyê. Desteya Perwerdeyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi rêya dibistanên xwe re hewl dide ku xwendekarên her pêkhateyî bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.
Berpirsên Desteya Perwerdeyê dibêjin ku zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gihiştiye asteke akademîk û pêwist e zimanasên Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê li ser vê yekê kar bikin.
Lêkolînerê zimanê Kurdî, Meman Ceifer dibêje: “ Helbet niha gavên mezin hatin avêtin bi saya welatparêzan, saziya zimanê Kurdî, bi saya hemû maostayên zanîngehê, em gihîştin asta ku zimanê Kurdî bibe akademîk. Bi rastî divê ferhengeke Kurdî ya resen û standard çê bibe û hemû maosta û hemû xwendekar vê ji xwe re weke lêveger bibînin.”
Di çend salên aloziya Sûriyeyê de, tevî ku berpirsên hikûmeta Sûriyê dibêjin ku gelê Kurd pêkhateke sereke ye li Sûriyê û zimanê wan ne qedexe ye, lê heta niha jî zimanê Kurdî bi fermî derbasî ti dezgehên dewletê nebûye, û ti danpêdan bi perwerdeya zimanê Kurdî nehatiye kirin.