Koşka Spî: 200 leşkerên Amerîkayê li Sûriyê dimînin
Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders, piştî hevdîtina telefonî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di derbarê pêvajoya vekişîna leşkerên Amerîkayê ya ji Sûriyê daxuyaniyek da.
Sanders got: “Dê komeke piçûk a nêzîkî 200 leşkerên Amerîkî, di çarçoveya erka parastina aştiyê de, demeke din jî li Sûriyê bimîne.”
Sanders, di derbarê hûrgiliyên vekişîna leşkerî û mana 200 leşkerên wî welatî li Sûriyê de ti agahiyên din neda.
Şeva bihorî jî Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêwendiyeke telefonî encam dane û di vê pêwendiyê de derbarê rewşa Sûriyê, vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê û pêkanîna Herêma Aram li Sûriyê de gotûbêj kirine.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di meha Kanûna 2018an de ragihandibû ku DAIŞ li Sûriyê, li ber qediyanê ye û êdî dê Amerîka leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne.
Di destpêkê de Trump dema 60 rojan bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê destnîşan kiribû, lê belê zêdetirî 3 mehan bi ser biryara wî re derbas bûye û hêj leşkerên Amerîkayê ji Sûriye nehatine vekişandin.
Biryara Trump a derbarê vekişîna leşkerî ya ji Sûriyê de, him li nav Amerîkayê û him jî li cîhanê rastî nerazîbûnên mezin hatibû û Wezîrê Berevaniyê James Mattis û Nûnerê Amerîka di Hvepeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de Brett McGurk weke nerazîbûn, dest ji kar berdabûn.
RÛDAW