Amerîka: Herêma Kurdistanê yek ji navçeyên herî serkeftî yê Rojhilata Navîn e
Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Hikûmeta Amerîka kir ku ji Nûnerê nû yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê û Serokê şandê James Jeffery û Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn Joel Rayburn û Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr bi Wekalet û Endamên Tîma Amerîkî ya taybet bi Sûriye pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û Iraq û Herêma Kurdistanê nirxandin û Nûnerê nû yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê pêzanînên xwe ji bo pêşveçûn û aramiya Herêma Kurdistanê hebû û ragihand, ji bilî hebûna gef û êrîşên zêde, Herêma Kurdistanê yek ji serkeftîtirîn navçeyê Rojhilata Navîn e. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku têkşikandina terorê û pêkanîna aramî, ewlewiyeta serekiya Amerîkaye li navçeyê da.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, di derbarê rewşa Sûriye û pêşhatên siyasî û meydaniyên dawî û dilgiranî û pêşniyarên li ser paşaroja Kurd li Sûriyê de danûstandina bîr û ramanan kirin û li vî derbarî de tekez li ser hemahengî û karê hevbeş ya di navbera her dû aliyan kirin ev jî bi mebesta dabînkirina aramî û rêgirtina li şer û kavilkarî û her wiha rêgirtina li êş û azarên gelê Kurd li Sûriye ye.
Her di vê civînê de gefên terorîstan ya li ser asayîşa navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û wê yekê dupatkirin ku hemahengî û karê hevbeşê hevpeymanan û Herêma Kurdistanê serkeftin û encamên gelek erênî li têkşikandin û paşvekişandin bi terorê ketiye.
Berdewamiya hemahengiya di navbera her du aliyan û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda û her wiha proseya siyasiya Herêmê mijareke din a vê civînê bû
21 FEB 2019 15:56 | KDP.info