2 Hezar sivîl ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mustefa Balî ji K24ê re ragihand, duhî yekîneyên taybet karîn zêdetir ji 2 hezar sivîl ji Baxozê ji destê DAIŞê derxînin û ber bi deverên ewle hatin birin.

Balî da zanîn, hîna bi hezaran sivîl di hundir Baxozê de mane û proseya derxistina sivîlên mayî jî berdewam dike, piştî derxistina tevahiya sivîlan dê biryara êrîşa dawiyê were dan.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî zêdetir ji 2 hezar sivîl ji Baxozê hatin derxistin ku di nava wan de 180 çekdarên DAIŞê hebûn di nava wan de jî serkirdeyekî DAIŞê ê ji regeza Misrî û serkirdeyekî din ji regeza Mexribî hebûn.

Herwiha Rewangehê da zanîn, şeva bûrî demjimêr 22:50 nêzîkî 40 barhilgir ser girtî ku nayê zanîn çi hilgirtibûn ji nêzîkî Baxozê derbasî xaka Iraqê bûn.

Rewangehê diyar kir, zêdetir ji 200 çekdarên DAIŞê û malbatên wan hîna di tunelan de mane û xwe radest nekirine, lê tê çaverêkirin îro Pêncşemê xwe radestî HSDê bikin û bêne derxistin.

Rewangehê amaje bi wê jî kir, şeva bûrî piştî dûrxistina rojnamevanan ji navçê bo kêlgeha El-Omer, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî hevdem bi derbasbûna barhilgiran re Baxoz bombebaran kir, ku tê gûmankirin ew bombebaran ji bo bi mebest hatibe kirin, ji bo veguhastina çekdarên DAIŞê.

ŞOREŞKER