Serok Barzanî û Balyozê Îranê rewşa navçeyê gotûbêj kirin
Îro Pêncşema 21.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Îrec Mescîdî Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Bexda û şanda ligel wî kir ku ji Konsolên Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêr, Silêmanî, Kerbela û Necefê pêk hatibû.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê hat gotûbêjkirin.
Herwiha behsa pêwendiyên di navbera Herêm û Bexda û nirxandina erênî ya serdana derbasbûyî ya Serok Barzanî ji bo Bexdayê, kirin.
Di beşeke din a vê civînê de tekezî li ser berfirehtirkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê hat kirin.
Proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên avakirina Hikûmet û Parlemantoya Kurdistanê mijareke din a vê hevdîtinê bû.
KDP. İnfo