PDK-T: Em protokola M.E.Kardaşî ya digel HDPê îmze kiriye nas nakin
Herwiha wan berê jî ji rayagiştî ya kurdan re aşkere kiribû Rêveberîya Komîteya Giştî yê PDK- Tyê rojeva “tifaqa partiyê ligel HDPê” sipartibû Komîteya Rêveberî ye û Komîteya Rêveberiyê ew pêşniyaza HDPê pesend kiribû. Lêbelê Mehmed Emîn Kardaş, bêyî haya Komîteya Rêveberîyê jê çêbike bi dizî bi HDPê re civîn çêkiribûn û derketibû holê ku armanca wan civînên wî jî namzediya kurê wî Ozan Kardaş bûye.
Di beşekî din ê daxuyaniyê de hatiye gotin ku Serokê PDK- Tyê Mehmed Emîn Kardaş bi wan hevdîtinên bi dizî yên ligel HDPê û îmzekirina protokola hilbijartinê di serî de dijî Rêveberîya Komîteya Giştî ya Partiyê hemû lîjneyên partiyê derketiye.
Herwiha hiqûq û tûzûka partiyê jî bin pê kiriye. Di berdewamiya daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku ew wê protokola HDPê û Kardaş nas nakin û wiha hatiye gotin: Divê rayagiştî ya Kurdistanê bizanibe weke Endamên Rêveberîya Komîteya Giştî yên (PDK- T) em wê protokola Mehmed Emîn Kardaş a ligel HDPê îmze kiriye nas nakin. Ew protokol ne biryara Rêveberiya Komîteya Giştî ya PDK- Tyê ye. Ew protokol belgenameya encama hevdîtinên nihênî yên Mehmed Emîn Kardaş û HDPê ye û ne meşrû ye.”
Îro pênçşemê 21. 02. 2019an li navenda Serokê PDK-Tyê Mehmed Emîn Kardaş ligel HDPê protokoleke hilbijartinên herêmî îmze kiribû.