top of page

Serok Barzanî: Ji ber rewşa Kurdan li Sûriyê em dilgiran in..Divê Kurd nema ziyanan bibînin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîrê Belcîka kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî dilgiraniya xwe di derbarê pêşaroja Kurdan li Sûriyê nîşan da û tekez kir ku pêwîst e pêşhatên siyasî û meydanî yên Sûriyê nebin sedema wê yekê ku ziyanên zêdetir bighên xelkê Sûriyê û gelê Kurd li Sûriyê.

Îro Sêşema 19.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Alexander De Croo Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Belcîka û Krîstos Spêlanz Komîsyarê Yekîtiya Ewropa yê Hevkariyên Mirovî kir.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîrê Belcîka rêz û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ya di şerê terorîstên DAIŞê de û dirustkirina aramiya li navçeyê hebû û ragihand ku hatina şanda wan bo Herêma Kurdistanê tekezkirina wê peyamê ye ku Yekîtiya Ewropa û Belcîka piştgîriya wan hewlan dikin ku li Kurdistan û Iraqê ji bo pêşketin û pêkanîna aramî û rûbirûbûna terorê li holê hene.

Cîgirê Serokwezîrê Belcîka got jî ku di vî warî de hêjî gelek kar maye ku pêwîst e bê kirin, ji bo wê yekê jî Belcîka û Yekîtiya Ewropa wekî şirîk û hevbeşê Herêma Kurdistanê dimînin û pêbendî vê hevbeşiyê dibin. Herwiha spasî dezgehên Herêma Kurdistanê jî kir ku di dema qeyran û gefan de hevkariya Yekîtiya Ewropa û cîhanê bûne bi taybet di pirsa terorê û hevkarîkirina koçber û penaberan de.

Di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê Cîgirê Serokwezîrê Belcîka, pîrozbahî li Serok Barzanî kir ji bo hilbijartina Seroka Parlemantoya Kurdistanê û ev yek bi pêngaveke erênî di pêşveçûna proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê da zanîn.

Şanda mêhvan tekezî li ser wê yekê jî kir ku aramî û xweşguzeraniya Iraq û Kurdistanê ji bo Yekîtiya Ewropa xwedî girîngiyeke taybet e.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Belcîka û Yekîtiya Ewropa û welatên endam di hevpeymaniya dijî DAIŞê de kir ku di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de piştevanê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û ew hevkarî encameke wan a baş hebûye.

Serok Barzanî got ku çanda gelê Kurdistanê rê bi wê yekê nade pêgeha terorîstan li Kurdistanê hebe. Serok Barzanî ragihand ku Kurdistan rijd e di dijayetîkirina terorîstan de.

Di derbarê proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî amaje bi girîngiya herdû hilbijartinên Parlemantoya Iraqê û hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê kir, û behsa hilbijartina yekem jin bi Seroka Parlemantoya Kurdistanê û herwiha cîgireke jin ji bo serokatiya Parlemantoya Kurdistanê kir û bi pêngaveke gelek baş da zanî ji bo geşbûna siyasî û pêşveçûna çanda siyasî ya li Herêma Kurdistanê.

Di beşeke din a vê civînê de Serok Barzanî û şanda mêvan gefên hizra terorê û tundiya li ser asayişa navçeyê û cîhanê gotûbêj kirin û herdû alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku ji bo nehiştina terorê jibilî li şerê serbazî pêwîst e şerê îdeolojiya terorê jî bê kirin.

Rewş Sûriyê û herwiha parêzgeha Neynowa û bajarê Musilê û vegerandina koçberan mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Di derbarê rewşa Sûriyê de, Serok Barzanî dilgiraniya xwe ya di derbarê pêşaroja Kurdan li Sûriyê ji şanda mêhvan re nîşan da û tekezî li ser wê yekê jî kir ku pêwîst e pêşhatên siyasî û meydanî yên Sûriyê nebin sedema wê yekê ku ziyanên zêdetir bighên xelkê Sûriyê û gelê Kurd li Sûriyê

KDP İnfo

bottom of page